Li Îdirê şer derket

Li Îdirê şer derket

Hat ragihandin ku PKKyîyan bi roketan êrîşî ser qereqola sînor a navçeya Aralik a Îdirê kir û di encama êrîşê de leşkerek hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.

A+A-

Hat zanîn ku êrîş îro danê sibê bi ser klubeya nobetê de bi roketan hatiye kirin.

Di bûyerê de leşkerek hat kuştin û 2 leşkerên birîndar jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Artêşa Tirkiyê li herêmê operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku li qereqolên heman deverê 28ê Mijdara 2018an û 1ê Çileya 2019an jî êrîş hatine kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin