Li Hezro û Licê li dijî PKKê operasyon

Li Hezro û Licê li dijî PKKê operasyon

Bi armanca destpêkirina operasyoneke berfireh dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li 6 deverên ser bi Amed a Bakurê Kurdistanê ve qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

A+A-

Hate zanîn, ku bi biryareke parêzgarê Amedê li 5 gund û navçeyên Licê û gundekî ser bi navçeya Hezro ya Amedê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.

 

Hat gotin armanca biryara qedexekirina hatinûçûnê li wan navçeyên Bakurê Kurdistanê destpêkirina operasyoneke berfireh a leşkerî ye dijî gerîllayên PKKê li wan navçeyan û derdorê.

 

Li gor agahiyan operasyonê saet 6:00ê serê sibeha îro Duşemê destpê kiriye û nediyar e ka heta kengî operasyon bi dawî dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin