Li Hecînê DAIŞê êrişî HSDê kir

Li Hecînê DAIŞê êrişî HSDê kir

Li bajarokê Hecînê yê Dêre Zorê û derdora wê çekdarên DAIŞê êrişî pêgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.

A+A-

Li gor çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mij û moranê wiha kir ku çekdarên DAIŞê derfetê bibînin û êrîşî wan bikin.

 

Heman çavkaniyan dan zanîn ku çekdarên DAIŞê di êrîşê de çekên giran dijî pêgehên HSDê yên li bajarokê Behre bikar anîne, lê yekser şervanên HSDê bersiva çekdarên DAIŞê dan û herwiha hê jî şer berdewam e.

 

Îlona borî  HSDê qonaxa dawî ya Operasyona Bagera Cezîrê dijî DAIŞê li bajarokê Hecîn ê Dêre Zora Sûriyê da destpê kirin, lê ji ber tozbarîn û baranê zêde pêşketin çênabe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin