Li Fransayê êrîş: 3 kes canê xwe ji dest dan

Li Fransayê êrîş: 3 kes canê xwe ji dest dan

Li bajarê Strasbourg ê bakurê rojhilatê Fransayê li ser cadeyeke xemilandî bo Christmasê, kesekî teqe li xelkê kir û di encam de li gor zanyariyên destpêkê 3 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Polîsên Fransayê du zanyarî belav kirine, wek kiryareke terorîstî danûstandin ligel êrîşê tê kirin û êrîşker berê li ba polîsan wek tawanbar tê naskirin.

 

Derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner wiha got: “Hêzên antîterorê ser bi ofîsa Dozgerê Giştî bi dosyayê ve mijûl in. Dozgerê Giştî yê Parîsê jî ligel Dadwerê Parîsê kar li ser mijarê dikin. Ew zilam ji aliyê yasaya sivîl a Fransayê ve heta niha bi tevahî nehatiye naskirin, lê em dizanin ku ew li Fransa hatiye şermezarkirin û berê li Almanya jî hatiye girtin.”

 

 

Heta niha êrîşker nehatiye girtin û Wezareta Navxwe ya Fransayê jî hemû şiyanên xwe yên lojîstîkî bo wê mebestê xistine tevgerê.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin