
Li Enqerê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hate kirin
Îro serê sibê teqe li avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê hate kirin, lê belê di encama vê teqekirinê de ti zirar çênebûn.
A+A-
Li gorî zanyariyan, derdora saet 05:00ê serê sibeha îro Duşemî 20ê tebaxê kesekî nenas ku di nava otomobîleke Spî de bûye, teqe li avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê kiriye û piştre jî li cihê bûyerê reviyaye.
Piştî êrişê, hêzên polîs ên Tirkiyê gihîştine cihê bûyerê û rêkarên ewlehiyê li derdora balyozxaneyê tundtir kirin û dest bi lêkolînê kirin.
Heta niha ti zanyariyên fermî derbarê encamên lêkolînên polîs de nehatiye ragihandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin