
Li Efrînê Darên Zeytûnan Tên Şewitandin
Grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê li navçeya Mabata ya Efrînê darên zeytûnan û rezên tirî dişewitînin.
A+A-
Grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê li navçeya Mabata ya Efrînê darên zeytûnan û rezên tirî dişewitînin.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, li gundên Hec Qasim, Dila û Rota yên navçeya Mabata ya Efrînê, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê agir berdane darên zeytûnê û rezên tirî û ziyaneke mezin gihandine jîngeha wê navçeyê.
Li gorî heman zanyariyan, di encama wê şewatê de bi sedan darên zeytûnan şewitîne ku çavkaniya sereke ya dahata xelkê Efrînê ye.
Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser wê ve. Binpêkirin û talana li herêma Efrînê ku bi destê wan grûpên çekdar rû didin, di gelek raportên navdewletî de jî hatine tomarkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin