Li Efrînê 2 teqîn pêk hat! Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê 2 teqîn pêk hat! Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê du otomobîlên bombekirî teqiyan û di encamê de şeş kes hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Îro Çarşemê saet 12:30 de du teqîn li nav bajarê Efrînê çê bûn.

 

Teqîna yekem li li pêşiya Nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê û teqîna duyem jî li fulkeya Kawayê Hesinkar çê bû.

 

Li gorî agahiyan, her du teqîn jî bi rêya otomobîlên bombebarkirî çê bûne û di encama her du teqînan de çend kuştî û birîndar hene.

 

Hat ragihandin ku ji ber wan teqînan 6 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

 

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin