
Li Edenê hunermendên Kurd hatin desteserkirin
Li bajarê Edene yê Tirkiyê hejmareke stranbêj û hunermendên Kurd hatin desteserkirin.
A+A-
Polîsên dijî terorê yên Edeneyê li dijî stranbêj û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) operasyoneke berfireh kirin û avêtin ser malan.
Di encamê de strnabêjê Koma Pel Îlyas Arzu û 6 kesên din hatin destserkirin.
Sedema desteserkirina hunermendan nayê zanîn.
Navenda Çanda Mezopotamya di dema rewşa awarte de hatibû girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin