Li Dêrsimê 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Li Dêrsimê 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Parêzgerîya Dêrsimê dibêje, di şer de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin, lê PKK tu daxuyanî li ser vê yekê nedaye.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û parêzgariya Dêrsimê dibêje, di şer de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin, lê PKK ti daxuyanî li ser vê yekê nedaye.

 

Ew dema heftiyekê ye ku artêşa Tirkiyê tevî hêzên ewlekariyê yên wî welatî li navend û çend qezayên ser bi Dêrsimê ve li dijî PKKê operasyon daye destpêkirin û li gor zanyariyan, ew operasyon hêj berdewam in.

 

Operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li qezaya navendî ya Dêrsimê û qezayên Pulur, Qisle (Nazimiye) û Pilemurê birêve diçin û têde hêzên bejayî û esmanî beşdar in.

 

Walîtiya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihandiye, îro li Dêrsimê di navbera hêzeke Tîmên Taybet ên Cendirmeyan û PKKê de şer derketiye.

 

Li gor daxuyaniyê, di encama şer de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.


 

Têkildarî şerê îro û kuştina wan 3 gerîlayan de, heta niha PKKê ti daxuyanê nedaye.

 

Walîtiya Dêrsimê herwiha diyar kiriye, ku li navçeyên ser bi vê parêzgehê ve operasyonên li dijî PKKê berdewam in.

 

Li aliyekî din, HPG baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja 23ê Hezîranê di encama şerekî de li Dêrsimê, 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane.

 

HPGê diyar kiriye, yek ji wan kesên ku roja 23ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dane, “Fermandarê Eyaleta Dêrsimê, Cîhan Çelebî yê bi nasnavê Hakî Pîr” e.

 

Li gor heman daxuyaniyê, HPG nasnameya gerîîlayên din ên ku jiyana xwe ji dest dane, bi vî awayî ragihandiye: “Mahmut Alinbay bi nasnavê Adnan, Abdulkerim Arvas bi nasnavê Rizgar û Mazlum Atar bi nasnavê Sîdar.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin