Li Dêre Zorê şerê HSDê yê li dijî DAIŞê giran dibe
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê kiriye û Fermandarekî HSDê dibêje egera wê yekê heye ku Ebûbekir Bexdadî li nav bajarê Hecîn be, lewma çekdarên DAIŞê bi tundî li ber xwe didin.
A+A-
Li gundewarê Dêre Zorê bi taybetî li derdora bajarokê Hecîn şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de diqewime, fermandarê giştî yê operasyonê Şêrko Hesekê ragihand, ku gelek berpirsên DAIŞê li wê deverê mane.
Li biyabanên Sûriyê şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên rêxistina DAIŞê de dijwar dibin. Bi hezaran çekdarên DAIŞê û xezîneya pereyên wê rêxistinê, herwiha hejmarek ji emîr û serkirdeyên DAIŞê, tê pêşbînîkirin ku li hersê gundên Hecîn, Sîfe û Sûse yên rojhilatê Dêre Zorê dorpêçkirî mabin ku niha ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ve tên bombebarankirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin