
Li Daqûqê DAIŞ êrîşî Polisên Federal kir
Li gundek Daqûq, DAÎŞ êrîşî polîsên federal kir.
A+A-
Ji bajarê Kerkûkê hate ragihandin, çekdarên DAÎŞê li gundê Zenqirê êrîşî polîsên federal kirin û di encam de Muqedimek bi navê Ehmed Şakir bi giranî brîndar bû ye û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Piştî bûyerên 16ê Oktoberê, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bû ye.
Herweha Artêşa Iraqê û Heşda Şabî jî, bûn e armanca êrîşên DAIŞ.
Di heman demê de hêjayî gotinê ye ku daxwaza vegera Pêşmerge bo Kekûkê tê kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin