
Li Colemêrgê qedexe hat ragihandin
Li Colemêrgê 5 dever wek ‘navçeya ewlehîya taybet’ hatin ragihandin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li Colemêrgê 5 dever wek ‘navçeya ewlehîya taybet’ hatin ragihandin.
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û 4 bajarokên wê, pênc dever wek `navçeya ewlehîya taybet` hatin ragihandin. Çûna welatîyan a wan navçeyan jî hat qedexekirin.
Walîtîya Colemêrgê bi daxuyanîyekê ragihand ku 5 deverên ser bi navenda bajêr û qezayên wê Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê ji roja 29ê Cotmeha 2019 demjimêr 00.00 heta 12ê Mijdara 2019 demjimêr 00.00ê wek `navçeya ewlehîya taybet` hatine ragihandin.
Di daxuyanîya Walîtîya Colemêrgê de tê îdîakirin ku ji bo parastina can û malê welatîyan ev biryar hatîye dayîn û daxwaz ji welatîyan tê kirin ku bê destûr neçin wan deverên ku wek navçeya ewlehîya taybet hatine ragihandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin