Li Colemêrgê polîsan gelek kes binçav kirine

Li Colemêrgê polîsan gelek kes binçav kirine

Polîsan di çarçoveya lêpirsînekê ku tê gotin ku li dijî KCD’yê de, li Bakurê Kurdistanê, Colemêrgê serê vê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.

A+A-

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navend û navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. Hat dîyar kirin ku polîsan di çarçoveya lêpirsînekê ku derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatîye vekirin de bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin. 

 

Piştî lêgerîna di malan de, polîsan kesên binçav kirin birin, Midurîyeta Polîsan a Bajêr.

 

Navê  hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Şukru Çalli, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Hîvîdar Ertûnç, Omer Farûk Tekîn û Felem Aker.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin