Li Bilbilê çekdaran bac li ser gundîyan ferz kirin

Li Bilbilê çekdaran bac li ser gundîyan ferz kirin

Li nahyeya Bilbilê ya Efrînê, Encûmena Xwecihî bacê li ser niştecîyên 3ê gundên nahyeyê ferz kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Encûmena Xwecihî ya Bilbilê bac li ser niştecîyên hersê gundên Qota, Xelîlaka û Berkaşê ferz kirîye.

Li ser her gundîyekî 9000 lîreyên Sûrî baca av û elektirîkê hatîye ferzkirin ku divê her welatîyek mehane 3000 lîre ji bo 3ê mehan bide.

Rêxistina navborî aşkere dike ku sazîyeke mirovî xercîya dabînkirina elektirîk û avê dide, lê bi sedema gendelî û dizîya grûpên çekdar amûrên wêzgeha elektirîkê ji kar dikevin û encûmen baca çakkirina wan ji welatîyan distîne.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin