Li Bedlîsê şer û pevçûn derket

Li Bedlîsê şer û pevçûn derket

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku li navçeya navend a Bedlîsê di navbera hêzên ewlekariyê yên wî welatî û gerîlayên PKKê de pevçûn derketiye.

Wê wezaretê daye xuyakirin, ku hêzên polîs û hêzên cendirme yên Tirkiyê bi piştgiriya hêza esmanî li navçeyê operasyonek hevbeş li dijî PKKê lidar xistin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di encama wê operasyonê de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, ku li herêmê operasyona li dijî PKKê berdewam e.

Derbarê şer û pevçûnên li Bedlîsê de, PKKê û çavkaniyên nêzîkî wê heta niha ti zanyarî nedane.

Tirkiyê di wan demên dawî de, êrîşên xwe bo ser PKKê hem li nav axa Bakurê Kurdistanê û hem jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin