
Li Bedlîsê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin
Li 8 gund û 3 deverên navenda bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bo dema rojekê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.
A+A-
Li gor daxuyaniya Parêzgarê Bedlîsê, ji îro ve heta sibê li 8 gund û 3 deverên ser bi navenda bajarê Bedlîsê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bi armanca operasyonê dijî gerîlayên PKKê û parastina can û malê xelkê navçeyê qedexe hatiye ragihandin û 24 saetan ew qedexe dê berdewam be.
Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li wan deveran dest bi operasyonê kirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin