
Li Bedlîs û Amedê qedexe hatin ragihandin
Li 15 gund û 22 mezrayên girêdayî navçeya Hênê û Lîce yên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin. Li aliyekî din hat gotin ku li 6 gund û 11 gumên navçeya Xîzanê jî qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin.
A+A-
Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de diyar kir ku li 15 gund û 22 mezrayên girêdayî navçeya Hênê û Lîceyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku berpirsên payebilind ên PKKê li wan herêman hene û wê li wan herêman operasyon bê destpêkirin. Qedexe doh ji demjimêr 06.00'an ve hatiye ragihandin.
Li aliyekî din, Parêzgariya Bedlîsê li 6 gund û 11 gumên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand.
Walîtiya Bedlîsê, berî operasyona leşkerî ku daxuyaniyeke da û eşkere kir ku qedexe di 2yê Berfambarê, saet di 23.00yan de hat îlankirin û hat destnîşankirin ku heya fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan dê berdewam be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin