Li Batmanê şer derket: Polêsek û gerîlayek hat kuştin

Li Batmanê şer derket: Polêsek û gerîlayek hat kuştin

Li Batmanê, dema ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek bo ser malekê encam didan, şer derket û di encamê de efserekî polîsan hat kuştin û gerîlayekî PKKê jî canê xwe jidest daye.

A+A-

Hate ragihandin ku şevê din hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê zanyarî wergirtine ku gerîlayekî PKKê li malekê xwe veşartiye û amadekariyên êrîşan dike û di vê çarçoveyê de jî operasyonek bo ser wê malê encam dane.

 

Di dema wê operasyonê de şer derketiye û efserekî polîsan hatiye kuştin û gerîlayekî PKKê jî canê xwe jidest daye.

 

Li gorî zanyariyên ku ajansa fermî ya Tirkiyê belav kirine, polîsan banga xweradestkirinê li wî gerîlayê PKKê kirine, lê wî bi teqekirinê bersiva wan daye û bûye şer û di encamê de jî efserekî polîsan hatiye kuştin û wî gerîlayê PKKê jî canê xwe jidest daye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin