Li Batmanê gora Kurdeke Êzidî hat wêrankirin

Li Batmanê gora Kurdeke Êzidî hat wêrankirin

Li gundê Çinêra yê girêdayî navenda Batmanê, gora Kurdeke Êzidî ji aliyê kesên nenas ve hate rûxandin.

A+A-

Hat ragihandin, li gundê Çinêra yê girêdayî navenda Batmanê, kesên nenas, êrîşî gora Kurdeke Êzidî kirine û gor wêran kirine.

Di wêneyên gorê de xuya dibe ku kêlikên wê hatine şikandin û gor hatiye kolandin.

Li gor agahiyên bidestxistî wê gora han gora keçeke ciwan a bi navê Sara Gîr e ku 15 sal berê kiras guherandibû û cenazeya wê jî ji Almanyê anîbûn Batmanê li gundê Çinêra bin ax kiribûn.

Li gor nûçeya Batman Çagdaşê, gora Sara Gîr, ji aliyê defînegeran ve hatiye kolandin û kavilkirin li ser egera ku zêr û zîvan peyda bikin.

Di derheqê êrîşkaran de lêpirsîn dan destpêkirin.

cinêra1.jpgcinêra2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin