Li Başûr û Rojhilata Kurdistanê erhej

Li Başûr û Rojhilata Kurdistanê erhej

Erdhejeke bi pileya 6.5 rîxterê Başûr û Rojhilata Kurdistanê hejand û li gelek bajaran hest pê hat kirin. Hat ragihandin navenda erhejê Serpêl Zehawa Rojhilata Kurdistanê ye.

A+A-

Li gorî Navenda Jeofîzîkê ya Amerîkayê, erdheja li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Kirmaşanê bûye û navenda wê jî navçeya Serpêla Zehaw û hêza wê jî 6.3 pileyên Rîxterê bûye.

kirmansan4.jpgkirmansan5.jpg

 

Li gor Rêveberiya Keşnasî û Erdhejzaniya Herêma Kurdistanê, hêza erdheja li Başûrê Kurdistanê 6.5 pileyên Rîxter bûye.

 

Li gorî agahiyên destpêkê, erdhejê bajarên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Kelar û herdu deverên Germiyan û Raperîn ên Başûrê Kurdistanê hejandiye.

 

 

Serokê Zanîngeha Tibê ya Kirmaşanê Mehmûd Reza Muradî ragihand: “Heta niha 290 kes ji Serpêla Zehaw û 170 kes ji Gîlana Rojava, 109 kes ji Qesra Şîrîn, 12 kes ji Riwanser, 6 kes ji Dalahû, 57 kes ji Îslamavaya Rojava û 5 kes jî ji Selasa Bawecanî weke birîndarên erdhejê, xwe gihandine navendên tendirustiyê yên Kirmaşanê.”

 

 

Mehmûd Reza Muradî herwiha eşkere kir ku li Kirmaşanê ji ber erdhejê ti kes jiyana xwe ji dest nedaye û kesên ku birîndar bûne jî, dema reva ji malan û tirsa erdejê birîndar bûne û ji wê hejmarê jî 34 kes hêj li nexweşxaneyê ne.

 

Herwiha li Başûrê Kurdistanê, du welatiyên niştecihên Kelarê piştî ku ji ber şoka erdhejê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, canê xwe ji dest dane.

 
kirmansan1.jpgkirmansan2.jpg
 
Li gor zanyariyan li Germiyanê jî di encama bûmelerzê de 2 kes bûne qurbanî. Herwisa li Kelar û Kifriyê jî gelek hemwelatî rakirine nexweşxaneyan.
kirmansan3.jpgkirmansan2-001.jpgserpo-lzehaw.jpg
kirmansan6.jpgkirmansan7.jpg
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin