Li Bakurê Kurdistanê nexweşîya pençeşêrê her diçe zêdetir dibe

Li Bakurê Kurdistanê nexweşîya pençeşêrê her diçe zêdetir dibe

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nexweşîya pençeşêrê her diçe zêdetir dibe.

A+A-

Maşallah Dekak

Salane 163 hezar û 500 kes bi vê nexweşîya giran dikevin. Hejmara nexweşên mêr li gorî jinan zêdetir e. Li gorî statîstîkên Sazîya Statîstîkê ya Tirkîyeyê, ji sedî 20ê mirinan ji nexweşîya pençeşêrê çêdibin û bi vî awayî roj bi roj ev nexweşî dibe nexweşîyeke ji rêzê ya rojane.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê salane 165 hezar kes bi nexweşîya pençeşêrê dikevin. Hejmara nexweşên pençeşêrê yên mêran li gorî jinan zêdetir e. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ji sedî 20ê mirinan êdî ji ber nexweşîya pençeşêrê çêdibin.

Kişandina cixareyê û çanda xwarin û vexwarinê, bikaranîna amûrên teknolojîyê yên weke telefonên destan û tablet êdî bûne sedemên sereke yên pençeşêrê. Ji ber vê yekê bijîşk bang li civakê dikin ku ji şekir û rûn dûr bikevin, xwe nexin stresê û heta ji we tê spor bikin. Kesên ku van bike, dikare ji sedî 60 xwe ji pençeşêrê xilas bike.

Mihemed Xelîl jî 8 sal in bi nexweşîya pençeşêrê ketîye. Lê bi tedawîyeke bi rêk û pêk karîye bi vê nexweşîyê re seredarîyê bike. Ji ber ku ew rojê 10 hezar gavan davêje, morala xwe bilind dike û dermankirina xwe jî bi rêk û pêk dike, heta niha pençeşêrê pê nekarîye.

Nexweşê Pençeşêrê Hacî Mihemed Xelîl ji Rûdawê re got: “Xwedê teala derd jî daye, derman jî daye. Em jî li pey dermanê xwe gerîyan. Tiştê ku doktoran ji me re çi pêşnîyar kirin me ew bi cih anî. Pêşîya emelîyatê min kemoterapî, radyoterapî dît. Gerek mirov dev ji têkoşînê bernede. Spor, hereket ji bo tenduristîyê gelek baş e. Gerek em stresê nekin, em tim bi hereket bin, sporê bikin. Divê em derd û kulan ji xwe re çênekin.”

Komeleya Jîyaneke Ji Nû Ve, yek ji navenda têkoşîna li hemberî pençeşêrê ye. Bi qasî 450 endamên vê komeleyê hene û hemû jî nexweşên pençeşêrê ne. Li Amedê 7 hezar nexweşên pençeşêrê hene û ev komele hewl dide ji hemûyan re alîkarîya derman û zexîreyê bike.

Serokê Komeleya Nexweşên Pençeşêrê Şukru Abay jî dibêje: “Temamê komeleyan, sazîyan, nexweşxaneyan em zîyaret dikin. Em qala pençeşêrê dikin û pirsgirêkên nexweşên xwe dibêjin. Çimkî civak di hêla pençeşêrê de pir sersar e. Heta ku dor neyê ser wan, tiştekî nakin. Divê berîya ku ev tişt bê serê wan ew tiştekî bikin. Bibin alîkar.”

Li gorî beşek ji pisporan berê jî nexweşîya pençeşêrê hebû lê ji ber ku teknolojî bi pêş neketibû gelek cureyên wê nedihate zanîn. Lê niha 102 cureyên nexweşîya pençeşêrê bi makîneyên li nexweşxaneyan têne tespîtkirin.

Li gorî pisporên onkolojîyê gelek sedemên nexweşîya pençeşêrê hene lê herî zêde 2 sedem derdikevin pêş; çanda xwarinê, madeyên bîyanî yên di nava xorekan de têne bikaranîn û kişandina hemû cure titûnê.

Derbarê mijarê de Pisporê Nexweşîyên Pençeşêrê Prof. Dr. Mehmûd Îlhan wiha axivî: “Komeleya Lêkolîna Pençeşêrê ya Amerîkayê li ser pençeşêrê ev pêşnîyar dike; cixareyê nekişînin, rûnenên, bimeşin, herî kêm nîv saetan bimeşin. Qelew nebin, sebze û fêkî bixwin. Ger hûn van bikin, hûn dikarin ji sedî 60 pençeşêrê kêm bikin. Jîyana we divê bi sihet be, cixare nebe, xwarin û vexwarina xwe jî hûn baş û bi zanebûn bixwin.”

Di serederkirina bi nexweşîya pençeşêrê re, bi qasî dermankirineke bi rêk û pêk, peydakirina dermanan jî ewqas girîng e. Li Tirkîyeyê her çiqas para mezin a dermanên pençeşêrê dewlet dide jî, peydakirina hin dermanan gelek caran pir zehmet dibe.

Dermansaz Ferman Turan jî got: “Li Tirkîyeyê derman pirsgirêk e. Dermanê pençeşêrê pir buha ne. Nayên peydakirin. Tonek derman niha li bazarê tune ne. Li depoyan nînin. Kêmasîyên wan hene. Kompanî van dermanan nadin. Çare ev e; divê Wezareta Tenduristîyê dest deyne ser van pirsgirêkan. Divê bipirse çima ev derman li bazarê nîn in, çima ew kompanî van dermanan naxin bazarê. Lê mixabin kes guh nade van pirsgirêkan.”

Zêdebûna rêjeya pençeşêrê weke li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê li welatên din ên cîhanê jî zêde dibe. Pençeşêr êdî dibe nexweşîyeke vê serdemê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin