
Li Amerîkayê êrişeke çekdarî pêk hat!
Li eyaleta Californiya ya Amerîka êrîşa çekdarî birin ser barekê û di êrîşê de 13 kes canê xwqe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
A+A-
Li gor daxuyaniya polîsên girêdayî Los Angeles Tîmesê, êrîşa çekdarî birin ser bareke bi navê Borderline Bar & Grîll a li Thousand Oaksa 60 kîlomêtre li rojavayê Los Angelesê.
Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 30 gule hatin berdan, 13 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.
Hêzên ewlekariyê û tîmên bihawarçûna bilez derbasî cihê bûyerê bûn, ji gel hat xwestin ku ji herêmê dûr bisekinin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin