Li Amedê û Semsûrê baran û lehî

Li Amedê û Semsûrê baran û lehî

.

A+A-

Li parêzgehên Amedê û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariyaye û Amedê li hejmarek cade û kolanan lehî rabûye, çûnûhatina nav bajer jî zehmet bûye.

Li gor agahiyan îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an li parêzgehên Amedê û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê wek dihat pêşbînîkirin baraneke zêde bariya û bû sedema lehiyê. Ji ber ava zêde ya li ser rêya sereke ya navbera parêzgehên Amed û Rihayê çûnûhatin ji aliyekî ve hatiye rawestandin û hejmarek otomobîl di nav avê de mane.

Li gor zanyariyan tîmên girêdayî Rêyên Bejahî û tîmên şaredariyê dest bi kar û xebatê kirine da ku ava ser cadeyan vala bikin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî ba û bahoz rabûye û ji ber vê yekê minareya mizgeftekê ketiye xwarê. Li gor hatiye ragihandin zerareke canî çênebûye.

Her wiha li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e û xelkê ku di konan de dimînin rastî şertên zehmet bûne.

Li gor agahiyan li çend deveran jî teyrok bariyaye ku zerar daye berhemên baxçeyan.

Semsûr yek ji parêzgehên li herêma erdhejê ye û piraniya xelkê di çadiran de dimînin. Ji ber barana zêde şert û mercên jiyanê zehmet bûne û hişyarî bo çûnûhatina nav bajêr jî hatiye dayîn.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê doh Çarşemê ji bo 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê dabû.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin