
Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li herdu navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê li 17 taxan bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
A+A-
Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 5ê Sibatê ji demjimêr 6:00ê sibehê ve li herêmên çiyayî yên Licê û Pasûr ên navçeyên Amedê, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Herwiha hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve, heta fermaneke din, dê bidome.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin