Li Amedê Ji Ber Qeyûm Geştyarî Kêm Bûye

Li Amedê Ji Ber Qeyûm Geştyarî Kêm Bûye

Xirabbûna rewşa geştyariyê herî zêde bandora xwe li bazara Sûra Amedê kiriye

A+A-

Ji ber danîna qeyûman li ser her sê şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê û çalakiyên HDPê yên bênavber, li bajarê Amedê di 15 rojên dawî de asta geştyariyê % 55 daketiye û herwisa heta niha 35 kompaniyên geştyariyê geştên xwe yên Amedê betal kirine.

 

Xirabbûna rewşa geştyariyê herî zêde bandora xwe li bazara Sûra Amedê kiriye û niha firoşkarên Amedê gazincên xwe dikin; lê li gor kompaniyên geştyariyê, rewşa niha rewşeke demkî ye û dê di demên bihê de bazara xweş bibe.

 

Omer Aliş, firoşkarekî Sûrê ye, kirîn û firotina wî heta berî 20 rojan jî baş bû; lê piştî danîna qeyûm li ser Şaredariya Amedê û çalakiyên HDPê, bazara taxa wî niha lawaz bûye.

Omer Aliş dibêje: “Em li vê derê li xaneke dîrokî ne, beriya qeyûmkirina şaredariyan di piyaseyê de aramiyeke berbiçav hebû; lê niha weke hûn dibînin ev der ji xelkê xali ye, heta berî çend rojan jî  rojane 15-20 grûbên geştyaran dihatin vê derê; lê niha ev rêje gele ketiye.”

 

Taxa Sûrê navenda geştyariya Amedê ye, ku şûnwarên bajêr yên bi nav û deng li vê derê cîh digirin, ev der herwisa navenda geştyariya Amedê ye ku salane ji 500 hezaran zêdetir geştyarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û dervayî walat, serdana wê derê dikin.

Piştî şerên nav bajêr û bidawîbûna proseya hilbijartinan Taxa Sûrê di warê geştyariyê de % 300 asta xwe bilindtir kiribû.

 

Lê niha nîgeraniya ji ber danîna qeyûman û çalakiyên HDPê û herwisa ji ber ku di çapameniya Tirkiyê de ev der wek cîheke aloz tê nîşandan, organîzasyonên geştyariyê seferên xwe yên Amedê betal dikin û girêdayî wî  karî bazara Sûrê jî van rojan lawaztir bûye.

 

Ehmed Malkara jî firoşkarekî taxa Sûrê ye û ji bê bazariyê nîgeran e û dibêje: “Firotina me nîve nîv ketiye.”

Seydî Aksak firoşkarekî din ê heman taxê ye. Ew dibêje: “Hun dikarin ji dikandaran jîbipirsin yê me bi xwe % 80 karê me daketiye.”

 

Mehmûd Ferman tekez dike: “Ev 15 rojin ku karê me bi tevahî gelek sakan bûye”

Rayedarên geştyariyê dibêjin ku ev sekaniya geştyariyê demkî ye û piştî ev toz û dûman ji holê rabû wê geştyarî wekê rojên berê zêde bibe

 

Abdulazîz diyar kir: “Dibe ku asta geştyarî û kirîn û firotina nav bazara me ev çend roj in sekan bûye; ev rewşeke normal e; carna li Başurê Kurdistanê jî ji ber germê asta geştyarî dadikeve; lê em pê bawer in ku dîsa ewê liv û tevgerek bikeve nav bazara me; banga me ji bo xelkê Başurê Kurdistanê ye:  bila werin  geryana xwe li Amedê bikin da ku tevger bikeve nav bazara me.”

 

Di 19ê meha tebaxê de bi fermana WezaretaKarê Navxwe yê Tirkiyeyê 3 Şaredarên bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê ji kar hatibûn dûrxistin û çalakiyên nerazîbûnê li vana bajaran her roj têne encam dan

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin