
Li Amed û Batmanê astengîya sipasîyan!
Li herdu bajarên Amed û Batmanê, polêsan dora avahîyên HDPyê girt ku nehêle hevşaredarên biserketî bo encama hilbijartinê sipasîyê bikin.
A+A-
Îro li bajarê Amedê, hevserokên şaredarîyan xwest ku li ber avahîya HDPyê sipasîyên xwe bi xelkê Amedê bikin.
Lê polêsan berê avahîya HDPyê girt û nehişt xelk lê kom bibin û hevşaredaran guhdarî bikin.
Li alîyekî din, li Batmanê jî bi biryara walîtîya Batmanê polêsan dora avahîya HDPê girt û bi daxuyanîya hevserokên şaredarîyan Songul Korkmaz û Mehmet Demîr a bo sipasîya encama hilbijartinê asteng kir.
Polêsan got bi biryara walîtîya Batmanê, ev daxuyanî hatîye qedexekirin û digel Parlamenterê HDPyê yê Batmanê M. Ruştu Tîryakî re ketin nîqaşê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin