Li 3 gundên Minbicê êrîş birin ser Encumena Leşkerî

Li 3 gundên Minbicê êrîş birin ser Encumena Leşkerî

Li herêma Minbicê çekdarên Mertala Feratê ên ku Tirkiye piştevaniya wan dikehejmarek xalên Encûmena Leşkeriya Minbicê topbaran kirin û ji aliyê xwe ve hêzên Encûmenê, bersiva wan êrîşan dan û şer navbera herdu aliyan ve derket.

A+A-

Encûmena Leşkeriya Minbicê di daxuyaniyekê de aşkere kir, çekdarên Mertala Feratê sê gundên ser bi herêma Minbicê topbaran kirine.

 

Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêje, ku hêzên wan bersiva êrîşên çekdarên Mertala Feratê li gundên Tuxara Mezin, Hilwencî û Ereb Hesen dane, û di encamê de 2 bingehên çekdaran hatin jinavbirîn.

 

Di daxuyaniya Encûmena Minbicê de tê gotin, ku rojane çekdarên Mertala Feratê, li dirêjahiya xeta Çemê Sacûrê teqe li xalên wan ên serbazî dikin, lê vê carê çekdaran çekên giran bi kar anîn û wan jî bersiva çekdaran dan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin