Lavrov: Me tevahiya çekên kîmyewî yên Sûriyê îmha kirin

Lavrov: Me tevahiya çekên kîmyewî yên Sûriyê îmha kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku wan temamê çekên kîmyewî yên Sûriyê îmha kirine. Sergey Lavrov di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axifî û wisa got:

A+A-

“Hukumeta Sûriyê li ser peymana di navbera Rûsya-Amerîka ya 2013an de hatibû îmzekirin de, temamê çekên xwe yên kîmyewî îmha kir. Li aliyê dinê terorîst fêr bûn ku dê çawa sîlihên kîmyewî çêbikin. Ew bo çêkirina wan labaratûwara kîmyewî avakir. Amerîka jî di nav de temamê îstîxbaratên dewletan, di vê mijarê de wan hişyar dikin.”

Lavrov welatên rojavayî hişyar kir û got ku bo Sûriyê li bahaneyan digerin û weha dewam kir:

“Di mijara danîna çekên kîmyewî de tiştekî bi endîşe derket holê. Li hemberî dewleta Sûriyê gelek tewanbariyên nû derketin holê. Bi vê sedemê, dewletên ku li maniyan digerin û dixwazin êrîşekî bibin ser Sûriyê, em wan hişyar dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin