Lavrov: Divê hikûmeta Sûriyê hemû axa wî welatî kontrol bike

Lavrov: Divê hikûmeta Sûriyê hemû axa wî welatî kontrol bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di konferansa hevbeş a rojnamevaniyê de ligel Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî ragihand, ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, divê dewleta Sûriyê hemû xaka wî welatî kontrol bike.

A+A-

Sergey Lavrov da xuyakirin, pêwîst e hikûmet û artêşa Sûriyê vegerin hemû navçeyên wî welatî û got, ji bo vê yekê wê ligel Tirkiyê dest bi gotûbêjan bike.

 

Lavrov eşkere kir, êdî piştî tunekirina terorê, dê proseya siyasî destpê bike û hemû pêkhateyên wî welatî, di nav de jî pêkhateya Kurd, bi aramî bijîn.

 

Lavron herwiha da zanîn, ku Moskow  “pêşwazî li pêngavên Tirkiyê yên ji bo jinavbirina terorîstan dike”, lê ti amaje bi wan terorîstan nekir, ka ew terorîst kê ne.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê wiha axivî: “Em ji vê armanca sereke destpê dikin, ku divê serxwebûn û yekerçeya xak û serweriya Sûriyê, ji dewleta Sûriyê veger û teror bi dawî were. Herwiha em pêşwazî li gavên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşan li ser navendên terorîstan li Sûriyê dikin.

 

Emê van mijaran gutûbêj bikin, ew jî bi liberçavgirtina vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, emê vê yekê ligel aliyê Tirkiyê, ligel hevkarên min ên wezaretên Bergirî û Derve yên Tirkiyê gutûbêj bikin.

 

Careke din ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê, ku armanca hewlên me yên hevbeş ên ligel Tirkiyê û Îranê û bi hemahengiya hevkarên me yên Urdinê û bi alîkariya Amerîkayê di çarçoveya Astanayê de, jinavbirina terorê û rizgarkirina Sûriyê ji terorê ye, ji bo ku etmosfereke baş bi pêkevjiyana aştiyan bicih bibe û proseya siyasî dest pê bike, ku têde jiyana aştiyane vegere Sûriyê û hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bi aramî bijîn, di nav de jî Kurd”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin