Kushner bi Erdogan re bo Rojhilatanavîn plana aştîyê ya Amerîkayê parve kir

Kushner bi Erdogan re bo Rojhilatanavîn plana aştîyê ya Amerîkayê parve kir

Şêwirmend û Zavayê Serokê Amerîkayê Jared Kushner bi Serokomarê Recep Tayîp Erdogan Tirkiyê civiya. Hat ragihandin, pêwendiyên du alî û mijarên Rojhilata Navîn hatine rojevê.

A+A-

Şandeke pilebilind a Amerîkayê ku ji Şêwirmendê Trump, Jarek Kushner, Nûnerê Taybet ê Trump bo Bazarên Navdewletî, Jason Greenblatt û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Îranê, Brian Hook pêkdihat, serdana Tirkiyê kir.

 

Şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Jared Kushner duh li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civîn pêk anî.

 

Derbarê naveroka hevdîtinê de, Koşka Spî di daxuyaniyrkê de ragihand ku di vê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên navbera herdu welatan û hewlên Enqere û Washingtonê yên ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Felestînê de hatine gotûbêjkirin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku di vê hevdîtinê de, ji bo ku rewşa herêmê baştir bibe, Erdogan û Kuchner tekezî li ser encamdana veberhênanên pêwîst kirine.

 

Herwiha di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye aşkerakirin ku Nûnerê Taybet ê Bazarên Navneteweyî yê Amerîkayê Jason Greenblatt û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê, Brian Hook jî li gel Jared Kushner, beşdarî vê civînê bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin