Kurtulmuş: 'Zimanê zikmakî weke şîrê dayîkê helal e'!

Kurtulmuş: 'Zimanê zikmakî weke şîrê dayîkê helal e'!

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Qada Şêx Seîd beşdarî fitarê bû û li wir diyar kir ku cudabûna zimanê me yê dayikê, nabe sedema cudabûna me û got, "Zimanê dayikê wekî şîrê dayikê helal e."

A+A-

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş ligel Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û namzedê AKPê yê Amedê Mehdi Eker çû Amedê û duhî li Qada Şêx Seîd beşdarî vekirina fitarê bû. Kurtulmuş li vir xîtabê beşdarvanan kir got, "Em wekî Kurd, Tirk, Ereb û etnîkên din li ser vê axê û li vê herêmê bi sedan salan ligel hev jiyan. Em ê heta qiyametê jî bi hevdu re bijîn."

 

Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê jî û ev tişt gotin, "Di navbera me de ti cudahî û îmtiyaz tune ne. Cudabûna zimanê me yê dayîkê nabe sedem ku me ji hevdu veqetin. Berevajoyê vê yekê em baş dizanin ku zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê helal e."

Kurtulmuş parast ku bajarê Amedê niha bûye ‘bajarê aramiyê' û got, ji kerema xwe li vî bajarî xwedî derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî destpêkirina pêvajoya hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê partiyên siyasî yên wî welatî ji bo dengê kurdan bistînin, pirsgirêka kurd kirin nav bernameyên xwe û li bajarên kurdan behsa wê pirsgirêkê dikin. Lê gelê kurd çi qasî wan ji dil dibîne û bi wan bawer dike, ev jî pirseke din e.

 

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin