Kurdên Kakeyî bangî NY kir: Me biparêzin

Kurdên Kakeyî bangî NY kir: Me biparêzin

Kurdên Kakeyî yên Kerkûkê dibêjin, artêşa Iraqê nikare wan biparêze ji ber wê jî bila NY wan biparêze û çareyekê ji rewşa wan re bibîne.

A+A-

Serokê Saziya Yarsan, ku ji aliyê kurdên Kakeyî yên Daqûqê ve hatiye avakirin, Seyîd Serhed Kakeyî got, Kakeyîyên Kerkûk û Daqûqê di bin tehdîdê de ne û terorîstên DAIŞê her roj êrişî wan dike.

Seyîd Serhed Kakeyî her wiha got, artêşa Iraqê nikare kurdên Kakeyî biparêze ji ber wê jî me îro li bajarê Silêmaniyê nameyek da ofîsa NY û me ji wan xwast ku çareyekê ji rewşa kurdên Kakeyî re bibînin.

Nûnerê kurdên Kakeyî anî ziman ku eger kes bi hewara kurdên Kakeyî neyê dê hebûna wan rastî metirsiyek mezin were û daxwaz kir, hêzên Pêşmerge kurdên Kakeyî biparêzin.

 

(basnews)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin