Kurdekî bû yekemê 'O Ses Tirkiyê' ku Kurdî lê qedexe ye
Di pêşbaziya muzîkê de du xortên Kurd ên bi navên Umut Kaç û Ferat Ungur ku ji bajarên Dêrsim û Amedê ne, ji bo hilbijartina yekemê pêşbaziyê stranên xwe gotin. Ferat Ungur ku Kurdekî ji Amedê ye, bû yekemê pêşbaziyê.
A+A-
Pêşbaziya bi navê "O Ses Tirkiyê" ku bi salan e di kanala TV8an de tê weşandin û ji bilî zimanê Kurdî bi hemû zimanan stran tê gotin, duh bi şev yekemê xwe yê 2019an hilbijart.
Du xortên Kurd ên bi navên Ferat Ungur û Umut Kaç ku ji bajarên Amed û Dêrsimê ne, hemû rikeberên xwe derbas kirin û herî dawî li hember hev ketin pêşbaziyê.
Yekemê pêşbaziyê ku bi rêya SMSên xelkê Tirkiyê tê hilbijartin, li gor encamên fermî Ferat Ungur bû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin