Konsolxaneya Amerîka li herêma Kurdistanê keyfxweşîya xwe ji bo projeyasaya çaksazîyê nîşan da

Konsolxaneya Amerîka li herêma Kurdistanê keyfxweşîya xwe ji bo projeyasaya çaksazîyê nîşan da

Berpirsekî konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê keyfxweşîya xwe li hember projeyasaya çaksazîyê nîşan da û piştevanîya welatê xwe bo encamdana çaksazîyê teqez kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh 12.12.2019ê cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî li berpirsê sîyasî û aborî yê konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li herêma Kurdistanê Andrew Lentz û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de Hêmin Hewramî rewşa sîyasî û aborî ya herêma Kurdistanê û peyvendîyên navbera Hewlêr û Bexda û alozîyên naha li Iraqê û tevgera DAIŞê bo şandeya Amerîkayê rawe kir.

Herwaha got, projeyasaya çaksazîyê duh ji alîyê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve hatîye pejirandin û îro jî geheştîye Parlamentoya Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Parlamentoyê ragehand: ‘’Parlamento erkên yasayî yên vê projeyê dê bi awayê herî baş li gor berjewendîyên xelkê Kurdistanê encam bide û armanca projeyê peyda kirina dadperwerî ye ji alîyên darayî ve.’’

Li beranber da berpirsê karûbarên sîyasî û aborî yê konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li herêma Kurdistanê Andrew Lentz keyfxweşîya xwe derbarê projeyasaya çaksazîyê de dîyar kir û ragehand: ‘’Amerîka piştevanîyê li encamdana çaksazîyan li herêma Kurdistanê dike. ‘’ Ji bo wê jî amadebûna xwe ya ji bo alîkarîya herêma Kurdistanê anîn ziman.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin