Kongreya Amerîkayê xelatê da keçeke Kurd

Kongreya Amerîkayê xelatê da keçeke Kurd

Keçeka kurd a ji bajarê Kerkûkê ku li Amerîkayê dijî ji ber zîrekîya wê di xwendinê û xebatên wê yên ji bo komelgehê ji aliye Kongreya Amerîkayê va hat xelatkirin.

A+A-

Keçeka kurd a ji bajarê Kerkûkê ku li Amerîkayê dijî ji ber zîrekîya wê di xwendinê û xebatên wê yên ji bo komelgehê ji aliye Kongreya Amerîkayê va hat xelatkirin.


Keçeka kurd a ji bajarê Kerkûkê ku li Amerîkayê dijî ji ber zîrekîya wê di xwendinê û xebatên wê bo komelgehê ji aliye Kongreya Amerîkayê va hat xelatkirin.

Keça kurd a bi navê Sara Mihemed Şiwanî duh bi cilûbergên kurdî beşdarî merasîma wergirtina xelatê bû li Kongreya Amerîkayê. Sara Mihemed Şiwanî ragihand ku ligel malbata xwe 10 sale ew li Amerîkayê dijîn. Amerîka her sal xwendekarên serkeftî yên welatê xwe xelat dike bi wê armancê ew jî xelat kiriye.


Sara Mihemed Şiwanî dibêje ligel zîrekbûn û serkeftîbûn di xwendinê da karê komeleyatî yê jî tesîrê li wê biryarê dike. Îsal ew jî bûye yek ji wan xwendekar ên xelat stendine.


Mamosteyên ew hêjayî xelat standinê dîbûn û navê wê pêşkêşî Kongreyê kiribûn.
Herwiha Sara Mihmed Şiwanî destnîşan kiriye ku endamên Kongreya Amerîkayê lixwekirina cilûbergên kurdî matmayî bûne û wê jî bi lixwekirina cilûbergên kurdî xwestiye nûnertiya Herêma Kurdistanê bike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin