Komkûjiya Kobanî li Almanyayê hat bibîranîn

Komkûjiya Kobanî li Almanyayê hat bibîranîn

Li bajarê Essenê yê Almanyayê, di bîranîna de çalakiyek hat sazkirin. Di çalakiyê de kesûkarên qurbaniyan jî hatin ba hev.

A+A-

Li bajarê Essenê yê Almanyayê, di bîranîna de çalakiyek hat sazkirin. Di çalakiyê de kesûkarên qurbaniyan jî hatin ba hev.


Berîya 4 salan çekdarên DAIŞê komkûjiyek li dijî xelkê Kobanî encam dan û tê de bi sedan kes bûn qurbanî.


4 salin kurdekî Kobanî di xewna Şeva Reş de dijî û bîranînên bira û malbata Kobanî ya mezin bi çavên ximgîn bi bîr tîne .îro gelek malbatên şehîdan li Elmanya ne, li vir nûçeya komkujiya bajarê xwe bihîstin,bi tenê wêneyên wan di telefon û dilê xwe de hilandine.


Kurdistanî şehîdên xwe li Essena Elmanya bi bîr tînin. Ku bi rêxistina Komala Aştî çalakiyek bi rêvabir jibo bîranîna wê hatin rêkxistin.Bûyerên Kobanî jibo tevaya Kurdistaniyan ciyê dilêşê bûn.


Di şeva 25.06.2015ê DAIŞ bi hovane hêrîş kirine ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û bêtir ji 400 kes şehîd ketin û bi sedên din birîndar bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin