“Komîteya Destûra Bingehîn demildest dest bi xebatên xwe bike”

“Komîteya Destûra Bingehîn demildest dest bi xebatên xwe bike”

Lûtkeya sêalî ya di navbera welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkiyê de bi dawî bû ku têde mijarên wek rewşa Idlib, pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û nivîsandina destûra Sûri hate gotûbêjkirin.

A+A-

Lûtkeya sêalî ya di navbera welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkiyê de bidawî bû ku têde mijarên wek rewûa Idlib, pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û nivîsandina destûra Sûri hate gotûbêjkirin.

Lûtkeya  di navbera 3 dewletan de, Tirkiye, Rûsya û Îranê de li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê bi beşdariya Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî serdana Enqerê pekanîn.

Piştî lûtkeyê Erdogan, Putîn û Ruhanî civîna rojnamevanî ya hevbeş saz kirin û hersê serkirdeyan amaje bi girîngiya yekîtiya axa Sûriyê û çareseriyeke mayînde kirin.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê armanca wan a sereke “korîdora aştiyê” ye û got: “Korîdora aştiyê ya li rojhilatê Feratê dê ji bi penaberan jî bibe warekî sitargeh. Em wisa difikirin ku herî kêm 2 milyon birayên me yên Sûriyeyîî yên ku xwe sipartin welatê me li vê herêmê bi cî bikin. Eger di heyama 2 heftiyan de em ligel Amerîkayê negihejin ti rêkevtinekê, em plana xwe bicih dikin.”

Serokomar Erdogan da zanîn ku wan destnîşan kir ku bi navê têkoşîna dijî DAIŞê piştgiriya ku didin “rêxistinên terorê” nayê qebûlkirin û got: "Em wek Tirkiye nikarin bibin temaşevanê trajediyeke nû ya li kêleka sînorên me ya ku dê bandorê 4 milyon mirovî bike. Me cardin dûpat kir ku di mijara parastina yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê de em hemû xwedî heman hesasiyetê ne.”

Erdogan da xuyandin ku di civîna Lûtkeya Sêalî de biryar dan ku Komîteya Destûra Bingehîn demildest dest bi xebatên xwe bike.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî got: Rojhilatê Feratê bin kontrola Amerîkayê ea ye û li wir jî terorîst hene. Komîteya Destûra Bingehîn bi temamî ava bû. Em hêvî dikin ku demildest dest bi xebatên xwe bike û destûra bingehîn revîze bike."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî wiha axivî: "Em bi Erdogan û Ruhanî re di mijara pêngavên ku dê ji bo kêmkirina rageşiya li Îdlibê bên avêtin li hev kir. Dîplomatên me di encama xebatên tîtîz da lîsteyê Komîteya Destûra Bingehîn ava kirin."

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin