Koçberên çîyayê Şingalê naxwazin vegerin Şingalê!

Koçberên çîyayê Şingalê naxwazin vegerin Şingalê!

Nêzîkî 10 hezar kurdên êzdî ji sala 2014ê ve li gel rewşa wan a jîyanê pir baş nîne li serê çîyayê Şingalê jîyan dikin û dîsa jî naxwazin wegerin Şingalê.

A+A-

BasNews

Nêzîkî 10 hezar kurdên êzdî ji sala 2014ê ve li gel rewşa wan a jîyanê pir baş nîne li serê çîyayê Şingalê jîyan dikin û dîsa jî naxwazin wegerin Şingalê.

Çalakvanê civaka sivîl ê êzdî Seed Hema ragihand, nêzîkî 10 hezar kurdên êzdî ku ji 3000 malbat in û heta naha jî tenê 30 malbat wegerîyane Şingalê û yên din hemû li serê çiya mane û bi ti awayan naxwazin wegerin. Ji ber ew dibînin jîyan li çîya xweştire ji wê rewşa niha ya xirab a nava Şingalê.

Herwiha aşkera kir, niha 2600 kurdên êzdî li kampa Serdeştê ya li ser çîyayê Şingalê niştecîh bûne û heta niha jî ji ber hebûna paşmayên terorîstên DAIŞê û hebûna Heşdî Şeibî û PKKê li deverên wan, ji ber wan sedeman naxwazin wegerin cîhên xwe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin