Kiliçdaroglu: Em dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin

Kiliçdaroglu: Em dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ragihand ku ew dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin û dê kursên zimanê Kurdî vekin.

A+A-

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ragihand ku ew dê astengên li pêşiya zimanê Kurdî rakin û dê kursên zimanê Kurdî vekin.


 

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Li Stenbolê, li gel derçûyên Beşa Ziman û wêjeya Kurdî ku ji aliyê Platforma Parêzvanên Maf ve hatibû sazkirin, kom bû û jibilî Kilçdaroglu,  Seroka CHPê ya Stenbolê, Cîgirê Serok û beşeke din a berpirsên CHPê jî tê de beşdar bûn. Nivîskar û hiqûqnasên Kurd jî di wê kombûnê de cihê xwe girtin.


 

Li gor nûçeya malpera Independent Tirkî di wê kombûnê de derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxwaz ji Kemal Kiliçdaroglu kirin ku li Stenbolê di bin sîwana, Kursên Pîşeyî û Hunerî (ISMEK) ku girêdayî şaredariya Stenbolê ye, kursên bo zimanê Kurdî jî bên vekirin.


 

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û aşkere kir ku ew dê di bin sîwana ISMEKê de kursên zimanê Kurdî jî vekin û dê derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li wan kursan îstîhdam bikin.


 

Kiliçdaoglu di dewama axaftina xwe de diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye û got, “Wêjeya Kurdî heye. Kurdî zimanekî qedîm e. Kurd ne ku duh derketine holê. Çandeke wan a kur heye. Divê wêje, sînema û nîgara Kurdî hebe û dê hebe. Hêza ti kesî têrî wê nake vê asteng bike an paş bixe. Em wek CHP dixwazin di rêveberiyên xwecihî de vê xizmetê bidin. Jibilî vekirina kursên Kurdî em dê ji bo kalên ku Tirkî nizanin, di warê tendirustiyê de xebatkarên ku Kurdî dizanin îstîhdam bikin.”

 

Serokê CHP herwiha aşkere kir ku li Tirkiyê demokrasî nîne û derbarê meseleya Kurd de jî diyar kir, “Meseleya Kurd, meseleya civakî, tenê siyasetmedar dikarin li parlamentoyê çareser bikin. Me 6ê Hezîrana 2012an li ser vê mijarê daxwaznameyek da. Ji me re gotin, ‘hûn ji vî karî fêm nakin. Me jî got, ‘hûn vê meselê çareser bikin, em amade ne bo her piştgiriyekê’. Lêbelê nekarîn çareser bikin.”


 

Kemal Kilçdaroglu derbarê destûra Tirkiyê de jî got ku bi destûra derbeyê ev pirgirêkên ku ketine ser hev, nayên çareserkirin û diyar kir, “Divê destûreke nû a ku ji hiqûqa derbeyên 12ê Îlonê û 12ê Adarê hatiye paqijkirin, bê pêkanîn.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin