Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Kî di pişta kê de xencer e -3

A+A-

Nezir Akat

Di pêvajoya şerê cîhanî de, bayê azadîyê di nav miletan de xurt bû. Miletên di nava Osmanîyan de ji bo bidestxistina mafên xwe û azadîya miletê xwe dest bi tekoşîn û serhildanên azadîyê kiribûn. Kurdan jî wek miletên din bi bayê azadîyê tevdigerîyan lê di sîayaseta navneteweyî de ne xwedî tecrube û ne jî bi dezgehên xwe yên netewî xwedî bandor bûn. Ji bilî çend  netewe-dewletên Balkanî pê de, êdinê xwe amade nekiribûn. Di vê pêvajoyê de her çiqasî Ereb ne di asta miletbûnê de bin jî, dewlemendîya erdnîgarîya wan, kirîye ku dewletên mezin bi rêya Mandatîyê Ereban ji bin desthilatdarîya Osmanîyan/Tirkan derbixin û bi xwe ve girêbidin.

Di vê pêvajoyê de li Stenbolê û li başûrê Kurdistanê dengên azadîyê ji alîyê Kurdan ve bilind dibûn. Li Stenbolê ronakbîrên Kurd wek du beşan tevdigerîyan. Alîyek serxwebûnxaz bûn û alîyê din jî otonomî dixwestin û pêwendîyên xwe bi Tirkan re bi awayekî didomandin. Li vir pêwendîyên ronakbîrên Kurd bi dagîrkeran re girîngin. Bi bawerîya min ronakbîrên Kurdan ne di wê helwesta bîrewerîya neteweyî de bûn ku helwesta dagîrkeran rast şîrove bikin û di sîyaseta xwe de jî bi zelalî tevbigerin.

 

Li Başûrê Kurdistanê Şêx Mahmudê Berzencî mîrektîya Serbixwe li beşekî Kurdistanê dixwaze. Simko li Rojhilat herweha di sîyaseta xwe de ne bi zelalî  tevdigerîya. Tevgerên miletê Kurd bêtir di bin serokatîya serokeşîrên Kurdan de tevdigerîyan. Bêgûman giş qahremanin, li ber dujmin serê xwe natewînin,  Ji azadîya welatên xwe hezdikin lê bawerim di sîyaseta daxwazên xwe de ne serkeftîne. Rewşa miletê Kurd ne di wê rewşa avakirina dewleteke serbixwe de bû. Lê rastîyek heye, ku cîyê gotinê ye, li rojhilata nêz û naverast de etnîkên hebûn xwe ji bo avakirina dewletên neteweyî amade nekiribûn. Ango ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan bû. Ev pirsgirêk ya Ereb, Tirk, Asûr, Ermen, Rûm û Farisan bû. Dewletên hatin avakirin yek tenê jî ne bi dînamîkên navxweyî hatine avakirin. Dewletên mezin bixwestana dê bikaribûna Kurdistanek serbixwe ava bikin. Kurdistana di bin desthilatdarîya Osmanîyan de bû, heger ava biba dê dewletek mezin bûya. Dewletek weha mezin ne bi berjewendîyên dewletên mezin ne jî bi berjewendîyên Tirkan ve lihevkirî bû. Lewra Ingilîzan ne dijî desthilatdarîyek Kurdistanî bûn lê ne Kurdistanek yekgirtî û mezin. Mustefa Kemal jî vê helwesta Ingilîzan baş fêmkiribû û bi vê minasebetê jî pêwendîyên xwe bi Kurdan re xweş dikir. Nemaze bi Şêx Mahmûd û Simko re. Loma jî tifaqa nava Kurdan qabûsa Mustefa Kemal bû. 

Di pêvajoya rûxandina Peymana sewrê û ber bi destpêka civandina Konferansa Lozanê de, pêwendîyên Kurdan bi dewletên mezin û bi dewletên dagîrker re balkêşin. Di vê pêvajoyê de pêwendîyên Şêx Mahmûdê Berzencî, Simko û pêwendîyên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, û çend tevgerên Kurd û Kurdistanî ku bêtirên wan li Stenbûlê hatibûn avakirin, çend mijarên pêwîstî bi şîrove û îzahkirinê hene, ku pêwîste tevgera Kurdistanî ji van pêwendîyan sûd werbigre. Bêgûman ev mijar pirsa tevgera neteweyî bixwe ye.

Di vê pêvajoyê de di nav tevgera Tirkan de bûyerên nedipan pêkhatin. Mustefa Kemal meclîsa Enqereyê vekiribû û çend serokeşîrên Kurdan jî bi cil û bergên Kurdî beşdarî meclîsê kirbûn. Osmanî bi du meclîs û bi du hukumetan îdare dibûn. Desthilatdarîya Bolşewîkan pêwendîyên xwe bi Kemalîstan re xurt kiribûn. Di 1920-21an de, di nav Kemalîst û Bolşewîkan de peyman pêk hat. Bolşewîkan bi pere, çek û zêr ve alîkarîya Kemalîstan kirin. Ez dikarim bêjim ku Dewleta Tirk, bi derfetên vê peymanê ve avabûye. Lewra Ingilîz û Fransizan nedixwestin Nerînên Bolşewîkî li herêmê cî bigrin. Bi vê peymanê bala hêzên Ingilîz, Fransiz û Îtalîyyê dikşandin ser xwe û  mesaj didan cîhana rojavayî. Fransayê di 1921an de bi Kemalîstan re peyman cêkirin û cîyên dagîrkirî vala kirin. Herweha çekên xwe jî wek dîyarî radestî Kemalîstan kirin. Îtalyayê bi Kemalîstan re pêwendîyên dîplomasîyê danîbûn. Pêwendîyên Kemalîstan bi van peymanan ve Ingilîzan mecbûr dikirin ku sîyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin. Kemalîstan pêwendîyên xwe bi eşîrên Kurdan re xurtir dikirin. Gelek serokeşîrên Kurdan bi Kemalîstan re tevgerîyan. Tevgerên Kurdistanê bêbandor wek tevgerên ronakbîrên Kurdan bûn û pêwendîyên wan bi xwelkê re ne xurt bûn. Van bûyeran bandorek li ser pêwendîyên Mustefa Kemal û Kurdan dikir ku beşekî mezin ji eşîrên Kurdan li kêleka Mustefa Kemal cî bigrin. Beşên Kurdistanê yên din, mixabin  ji bakur ne baştir bûn. 

Di dema şer û piştî şerê cîhanî de Kurdistan wek navendek nakokîyên sîyasî û leşkerî yên etnîk û pêkhateyên cuda bû. Vê tevlihevîya li erdnîgarîya Kurdistanê, bandorek neyênî li pêwendîyên Îngilîz, Fransiz û Kurdan dikir. Ingilîzan qaşxûnê Surîyê Feyselê  bin Huseyin bin Elî Haşimîyê yekem ji Sûrî anîn û li Iraqê kirin Mîrê Iraqa Yekgirtî. Feysel di sala 1920an de ji bo demek kurt li Surîyê mîrektî kiribû. Ew bixwe kurê Şerîf Huseyinê ku dijî Osmanîya serhildana Erebi bû û pêwendîyên wî bi Ingilîza re, xweş bû. Di 1921an de li konferansa Qahîreyê de Mîr Feysel wek serokê dewleta Mandayî ya Iraqê hate hilbijartin û bi vê minasebetê wî ji Sûrî anîn Iraqê. Ingilîza dixwestin mîrekê Iraqê ji Sunnîyan be. Lê Şîeyên Iraqê dijî vê helwestê rawestîyan. Iraqîyan sê eyaletên Osmanîyan Musil, Basra û Baxda birin referandûmê. Di nava vê rewşa aloz de xelkên Iraqê huzûr dixwestin û dengên xwe dan Feysel. %96 deng stend û di 1921an de bû mîrekê Iraqê.

Dewletek Mîrekî bi mandatîya Ingilîzan hatibû avakirin lê nasnameya Iraqê tevlihev bû. Mirov pir bi hêsanî dikare bêje ku Iraq ji nasnameyek netewî bêpar bû. Dewletek bê milet hatibû avakirin û Ingilîzan dixwestin di bin sîwana nasnameya Iraqî de statuya dewletê bidomînin.

Ji alîyekî Şêx Mahmûdê Berzencî û ji alîyê din jî Şîeyan nerazîbûnên xwe li dij vê helwesta Ingilîzan eşkere kirin. Şêx Mahmûd Mîrektîyek serbixwe dixwest û dijî  helwesta Ingilîzan tevgerîya. Lewra Ingilîza ji Şêx dixwestin ku, bi mîrektîya feysel  re li gor projeya wan lihev bike. Ingilîza Kurd û Ereban baş nas ne dikirin. guh ne didan kultura wan. Bizanibûna dê bikaribûna Şêx Mahmûd îqna bikirina lê nehat hesabên wan.

Di sala 1920an de, wexta di bin serokatîya Feysel de dewleta Iraqê hate avakirin, Mesûlê Cemîyeta Miletan weha dibêje: “Me li tevaya dokumentên dîrokî lêkolîn kirin lê bi navê Iraqê me tu dokument peyda nekirin” Birêz Celal Talabanî dibêje: “Wexta Iraq hate avakirin wîlayetî Musil ne dinav statuya dewletê de bû û Kurdistan ne wek beşek ji Iraqê bû. Wexta Ingilîza Feysel anîn Iraqê jêre gotin Kurdistan ne beşek ji dewletê ye.  Di 1922an de Ingilîz û Iraqîya li ser statuya Kurdistanê misoger bûn. Feysel bixwe nizanibû hudûdê Iraqê hata ku ye. Hudûdê Iraqê li gor Ingilîza heta çîyayê Hemrînê bû”.

Li gor vê pêvajoyê ji bo başûrê Kurdistanê ango wîlayetî Musil,  derfetek girîng peyda bibû. Tevgera Şêx mahmûd bi hêzên Kurdistanê re lihev bikira û bi Ingilîza re li hev bikira dikaribû ji bo Kurdan derfetek bidest bixistana. Lê ji alîyekî din wexta mirov li rewşa Ingilîza û projeya wan ji bo Iraqê dinêre, bi zelalî xuya dibe ku di projeya Ingilîzan de ne Kurdistanek serbixwe ne jî Mîrektîyek serbixwe hebû. Lewra di projeya wan de Iraq bixwe jî ne wek dewletek serbixwe bû. Di bin mandatîya Ingilîzan de dê dewleta Iraqê ava bibûya.. Ingilîzan di wê demê de li gor Prensîbên Wilsonî ku miletan pêwîst bûn qedera xwe bi destên xwe tayin bikirana, mixabin ev prensîbên navneteweyî ji bo Kurd û Iraqîya derbas nedibûn. Li gor Ingilîza Her dû milet jî ne di asta avakirina dewletek serbixwe de bûn.

Li pêşîya Kurdan du rê hebûn:

1- Bi mandatîya Ingilîzan bidestxistina statuya  dewletekê, her çiqasî ne pêkan bû jî.

2/ Di nav tevaya Iraqê de Kurdistanek Otonom ku hudûdê wê hetanî çîyaê Hemrînê bû.

3-Ji bo herdû rêyan jî grantorîya Ingilîzan û Cemîyeta miletan bixwestana. Lewra derfetek weha di wê rewşê de bi daxwazên Kurdan ve lihevkirî bû.

Lê mixabin alîkarîya Mustefa Kemal û pêwendîyên wî bi Şêx Mahmûd re, ji bo Ingilîzan cî û  şupheya mezin bû. Şerê di nava Ingilîz û Kurdan de derket, dijî berjewendîyên Kurdan bû.  Bawerîya Ingilîza têk birin û di makzagona Iraqê de mixabin mafê Kurdan wek ji serî de plankirî bû cî negirt. Li vir mijara sereke pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re ye. Ji dêvla Mustefa Kemal pêwîst bû Şêx Mahmûd bi Ingilîzan re lihev bikrana. Her çiqasî Ingilîz jî dagîrker bûn, lê Ingilîzan mandatî dixwestin. Bawerîya bi dagîrkerên Tirk re bêgûman tevgera Şêx Mahmûd têk bir. Ji van  pêwendîyan tenê Tirkan fêde dîtin, Bi tehdîda serhildana Şêx Mahmûd Ingilîzan ber bi daxwazên xwe ve anîn û lihev kirin. 

 

Kurdan di pêwendîyên xwe de, mixabin hetanî îro jî ji vê tecrubeya pêwendîyên bi dagîrkeran re sûd negirtine. Ev ji bo  gelek tevgerên Kurdan rastîyeke. Pêwendîyên Rojhilat yên berê bi Seddam re, Pêwendîyên PKKe bi dewletên dagîrker re, pêwendîyên PDK bi Tirkîyeyê re, Pêwendîyên Yekîtîya Niştîmanî bi Îranê re vê vê rastîyê  him derdixîne rojeva Kurdan û him jî pêwendîyên partîyên navborî di nav Kurdan de tê minaqeşekirin. 

Alîkarîya Tirkan ji bo Simko bi heman tecrubeyê ve bi hêsanî mirov dikare di nav vê tecrubeyê de şîrove bike.

Îro Başûrê Kurdistanê di qada navneteweyî û li gor makzagona Iraqê wek dewletek federal fermî bûye. Ev destkeftîyek bêhempa ye. Di dîroka miletê Kurd de derfeta herî mezine. Pêwendîyên Dewleta Federal bêgûman dê bi dewletên dagîrker re jî hebe. Pêwendîyên tîcarî û sîyasî yên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bi gelek awayî pêwendîyên bi dagîrkeran re yên mecbûrî ne.  Herweha pêwîste di pêwendîyên xwe de, hesasîyeta beşên Kurdistanê li ber çavan bigre. Pêwendîyên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê, bêşik ne wek pêwendîyên PKKê,PYDê û ne jî wek alîyekî pêwendîyên Yekîtîya Niştîmanî nehênî ne. Di pêwendîyên xwe de eşkere û li gor pîvanên prensîbên navneteweyî ne.  Lê xuyaye pêwendîyên desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re, hestiyarîyek mezin di nava Kurdistanîyan de peyda dike. Lewra pêwîste Başûr di pêwendîyên xwe de hsasîyeta pêvajoya tevgera neteweyî bide ber çavan.

Bêgûman pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re pirseke cidî ye ku mijara lêkolînê ye. Tenê dikarim bêjim ku pêwendîyên eşkere yên kurdan bi dagîrkeran re her çiqasî ne daxwaza piranîya Kurdan be jî, ne xeterîya esasî ye û ta redeyekê  dikare bê fêmkirin. Lê pêwendîyên

nehênî û ne rewa yên Kurdan bi dagîrkeran re xencera di pişta tevgera neteweyî de ye,  xetera herî mezine û nayên qebûlkirin. Lewra pêwendîyên nehênî di pêşîya tevgera Kurdistanîyan de xefika herî xeter e. Dahfikên nehênî di her momentan de dikare ji hêla pêwendîdaran ve  wek xencera neyarî bi navê Kurdistanîyan di pişta tevgera Kurdistanê de biçike.

Pêwîste tevgera neteweyî ji alîyekî di pêwendîyên xwe de bi prensîb be û ji alîyê din jî di derheqê pêwendîyên nehênî û ne rewa yên bi navê Kurdan ve pêk tên hîşyar be û dij raweste. Bi bawerîya min prensîba sereke ya tevgera neteweyî divê ev mijar bixwe be.  Lewra helwesta welatparêzîyê ya sereke ev bixwe ye.

Nezîr Akat/ [email protected]

Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e-1 - 

Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e-2-

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin