PÊŞHATINÊN ROJHILATA NAVÎ Û METIRSÎYA KURDISTANÊ DILÊ DIJBERAN DILERZÎNE

MB Boskan
MB Boskan25 Mijdar 2026

Piştî herdu şerên cihanê dubare rojeva civakî, siyasî, dîrokî û erdnîgeranî ketîye rojeva cîhanê. Ketina rejma mêtinkar ya Baas ê li Îraqê, hevrikîyên dînî û mezhebî herweha pêşketin û şûndeketinên wan dîn û mezheban li hemberê hev, pêldanên polîtîkayên Emerîka li Rojhilata Navîn pêşbînîya guherandinên pêşeroja herêmê şîlo dike.

Xwurtbûn û şikestina El Qaîde, geşbûn û êrîşên DAIŞ ê û şikestina wê, bûyerên 7 sibatê ya êrîşa Hemasê ser Îsraîlê û bûyerên domdarîyên wê şikestina perûbaskên hevbeşên Rejîma Îslamî ya Îranê van bûyeran leztir kirin. Şerê dijê Rejîma Îslamîya Îranê, bandora wê ya li ser aborîya cîhanê vê rewşê girîngtir dike.

Kurdistan ne dewlet be jî, ji ber erdnîgarîya xwe, geşbûnîya hestên neteweyî di hesab û polîtêkayên Rojhilata Navîn de xwedîyê bandorek bingehîn e, alîyek berbiçav ê sîyaseta cîhanê , çi di alîyê erênî de yan nehênî de cîyekî girîng digire. Bidestxistina Kurdistan a Federal, rûxandina Rejîma Baas li Sûrî, nezelalîya Rejîma Îslamî ya Îranê rewşa Kurdistanê girîngtir dike. Ev jî tirs û lerzek bêçare dixe nava dilê van dewletên dagirker.

Ev rewşe ku bi haweyek lezgîn herçar dewletên dagirker li dijê Kurdistanê ketine nav pîlan û êrîşkarîyan. Herçend li dijê Kurdistanê her tim dijberîtîyên xwe dane alîyek û bihev re ketina nav dek û dolaban, lê niha van êrîş û dekên wan bihovtir û metirsîdartir in.

Eve pêvajoya entegrasyona neteweya Kurdî li Kurdistan a Bakur, Kurdistan a Başûrê rojava. Herweha gengeşekirina entegrasyona neteweya Kurd li Kurdistan a Rijhilat. Êrîşên ser Kurdistan a Federal û tengkirina desthilatdarîyên Kurdistanê encamên vê metirsîyê ne.

Her tevgerek pêşketî ku di nav neteweya kurd de tê pêş, dijberên me pirtir ditirsîne, êrîşkarîyên wan, dek û dolabên nû dijî neteweya kurd û destketinên wê jî geştir dike. Ev rewşa ku berbihevhatin û pêkhanîna Hevbendîya Neteweyîya Kurdistanê HEVBENDÎ bû tirs û lerza dilê nehezên neteweya kurd. Ji ber vê ye ku bi haweyek lezgîn gef û êrîşên dijwar hanîn ser HEVBENDÎ yê. Bi hawek lezgîn, bi egerên neyasayî, bi binçavkirinê rêvebirên HEVBENDÎYÊ xwestin çavtirsandinek bidin tevgera neteweyî ya kurd.

Lê negunca ve ku neteweya kurd komkujî, îşkence, darvekirin, koçberkirn, talanî, wêranî û her haweyê zordarîyê dîtîye û ji doza xwe qet şûnda gav nehavêtîye; bi van dekûdolabên nû û çavtirsandinan dev ji mafên xwe yên xwezayî, ku ji netewebûnîya wê pêktê were berdan. Neteweya kurd ji bona mafê xwe yê xwezayî amade ye ku her bedêlê bide. Lê têkoşîn ta serketinê qet ranaweste.

25-11-2026

Merd Baran Boskan