KCD: Li dijî qeyûman helwesteke niştimanî bê girtin

KCD: Li dijî qeyûman helwesteke niştimanî bê girtin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê danîna qeyûman de bang li partî û rêxistinên civaka sivîl kir.

A+A-

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê danîna qeyûman de bang li partî û rêxistinên civaka sivîl kir.


 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê dûrxistina şaredaran û danîna qeyûman de daxuyaniyek belav kir.


 

KCD, di daxuyaniya xwe de bang li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Kurdan kir û daxwaz kir ku li hemberî danîna qeyûman li ser şaredariyên Bakûrê Kurdistanê, helwesteke niştimanî bê girtin.


 

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Gelê Bakurê Kurdistanê, tevahî rêxistin û saziyên demokratîk di hemû qonaxan de, statû û destkeftên Başûrê Kurdistanê parastiye, xwedî lê derketiye û li gel gelê Başûr rawestiyaye.  Êrîşên ku li dijî Başûr pêk hatine wekî ku li dijî Bakûr pêk hatibe nirxandiye û mil bi mil li kêleka  gelê Başûr cih girtiye.”


 

Herwiha tê diyarkirin ku li hemberî zext û fişaran, gel Kurd bi dengên ji sedî 60 zêdetir şaredarên xwe hilbijartin lê qeyûm li cihê wan hatine danîn û tê gotin, “Li hemberî vê yekî mafê gelê Bakûr heye ku, hemû gelên 4 perçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gel xwe bibîne. Ji ber ku em birayên hev ên netewekê, çaresnivîsekê parve dikin û li hemberî metîngeran li perçeyên cûda ji bo fikarên netewebûnê têdikoşin, divê bi taybet Parlementoya Başûrê Kurdistanê, hikûmet, partiyên siyasî û saziyên sivîl li kêleka gele Bakûrê Kurdistanê cih bigirin. Ev yek pêwîstiyek e ji bo bûçûn û jiyanaeke netewî.”


 

Hatiye gotin ku berjewendî, îrade û hebûna netewî behsa mijarê be, divê cudahiyên îdeolojîk, siyasî, partîbûnî û grûpî, li hemberî wergirtina helwesteke netewî de nebin asteng.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin