Kalın: Me li ser herêma ewle digel Amerîkayê li hev nekir

Kalın: Me li ser herêma ewle digel Amerîkayê li hev nekir

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin aşkere kir ku divê Menbic û rojhilatê Çemê Firatê di bin kontrola Tirkiyê de bin. Herwiha Kalin da zanîn ku heta niha wan ligel Amerîkayê liser herêma ewle lihev nekiriye.

A+A-

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin aşkere kir ku ew ligel hevpeymanên xwe di danûstendinê de ne bo herêma ewle di destê Tirkiyê de be.

Kalın herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku wê ew destûrê nedin xeteke metirsî be ji Tirkiyê re li Sûriyê ava bibe.

Kalinî li ser têkiliya bi rejîma Esedî re jî ragihand, her çiqas yekeyên wan ên îstîxbarî bi hin aliyan ku rejîma Esedî jî tê de danûstandinan bike jî ew naye wê wateya ku Tirkiyê rejîma Esedî nas dike û got: "Li gor me, rejîma Esedî ew rejîm e ku meşrûîyeta xwe winda kiriye''

Di derbarê IMFê de jî Kalın got: "Gotegot têne belavkirin ku dibêje piştî hilbijartinê Tirkiyê wê biçe IMFê. Bila kes baweriya xwe pê neyine."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin