Jinan li dijî fetwayeka Desteya Fetwayê xwepêşandan kirin

Jinan li dijî fetwayeka Desteya Fetwayê xwepêşandan kirin

Komek jin û çalakvanên mafên jinan li dijî fetwayeka Desteya Bilind ya Fetwaya Kurdistanê, li ber parlementoya Kurdistanê kom bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro danê sibê komek jin û çalakvanên mafên jinan li ber avahîya parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê kom bûn û nerazîbûna xwe li dijî fetwayeka Desteya Bilind ya Fetwaya Kurdistanê nîşan dan.

Çalakvanên mafên jinan, nerazîbûn û nîgeranîyên xwe li hember fetwayê bi nivîskî dan parlementoya Kurdistanê û daxwaz kirin ew fetwa were betalkirin.

Wan jinan û çalakvanên mafên jinan, ku pankarta mezin ya “Pêşketinên Jinan li Kurdistanê bi fetwayan nayên astengkirin” hildabû, ew fetwa wek heqaret li jinan û şofêrên taksîyan nirxandin û daxwaz kirin ew fetwa were betalkirin.

Çend roj berê Desteya Bilind ya Fetwaya Kurdistanê fetwayek derxistû û ragihandibû, nabe jin bi tenê siwarî taksîyan bibin.

Ew fetwa rastî nerazîbûna tund ya jinan û dezgehên mafên jinan hatibû.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin