Jinan li 45 bajaran gotine: "Kesên zarokan istismar dikin bila neyên efûkirin"

Jinan li 45 bajaran gotine: "Kesên zarokan istismar dikin bila neyên efûkirin"

Li gelek bajaran jin li dijî “Efoya rê li ber zewaca zarokan vedike" dane. Jinan, dîyar kirîye ku ew ê destûr nedin pêşnûme di Meclîrê de bê qebûl kirin.

A+A-

Evrim Kepenek

Li gelek bajaran, jinan bertek nîşanî pêşnûmeya "Efoya rê li ber zewaca zarokan vedike" dane ku Wezareta Dadê û Wezareta Karê Hûndir amade kirine. Jinan di daxuyanîyên xwe de daxwaz kirine ku "Efoyê ji bo jinên mafên xwe yên parastina cewherî bi kar anîne derbixin". Jinan dîyar kirine ku ew ê destûr nedin pêşnûme di Meclîsê re derbas bibe.

Komele, Meclîs, Platform, Aktivîst, sazî û dezgehên jinan li Amed, Stenbol, Enqere, Dersim, Şirnex, Mêrdin, Riha, Semsûr, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Antalyayê bertek nîşanî "Pêşnûmeya efoyê ya rê li ber zewaca zarokan vedike" dane. Jinan di çalakîyan de, dirûşmeya "Efoyê ji bo jinên mafên xwe yên parastina cewherî bi kar anîne derbixin, ne ji bo îstîsmarkaran" berz kirin û pankartên "Efoya tecawîzê nabe", "Efoya îstîsmarkirina zarokan nabe" û "Îstîsmarkirina zarokan divê bi paketên darazê neyê rewa kirin" vekirine. 

Li Stenbolê jî daxuyanî hate dayîn

Li Stenbolê jin li Limonlu Bahçeyê hatine ba hev. Parlamentera HDPyê Filiz Kerestecioglû, Oya Ersoy û Dilşat Canbaz û jinên CHPyî jî piştgirî dan daxuyanîyê.

Li ser navê jinan Yeşîm Erkanê daxuyanî xwendîye.

Di daxuyanîya hevpar a jinan de wiha hat gotin:

"Desthilatdarî ji bo ku zilamên îstîsmarkar û tecawîzkar neyin girtin, dixwaze vê pêşnûmeyê derbixe. Dewlet û desthilatdarî dixwazin bi vê pêşnûmeyê, îstîsmara zarokan meşrû bikin. Ev dûrî wijdan û aqila ye. Em bang li desthilatdarîyê dikin, ger hûn dixwazin zarokên keç biparêzin û mexdûr nebin, hûnê nêrînên rêxistinên jinan bigirin. Berî her tiştî divê hûn mexdûrîyeta zarokan ji holê rabikin ne, yên bersûcan. Li şûna ku hûn îstîsmarkaran efo bikin, zarokan biparêzin. Ev girîngtire.

Demek dirêje nîqaşên zewicandina zarokan a bi zorê di rojeva Tirkîyeyê de ne. Li gorî nûçeyên dawîyê, ji hêla AKPyê ve zewaca zarokan a di temenê 15an de wekî krîter hatîye pejirandin. Ev tişt tê wateya meşrûkirina êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Li bendê ne ku di dawîya meha çilê de ev pêşnûme bê meclîsê. Di sala 2016an de heta îro bi pergalî rê li ber zewicandina zarokan tê vekirin û her wiha êrîşkar jî dê bi efûyê jî girtîgehê derkevin.  

Li gel bertek û nerazîbûnên sazîyên jinan dîsa jî Qanûna Torbeyê ya sala 2016'an a derbarê cezayên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan hîn xal ji raya giştî re nehatin aşkerakirin. Niha efûya ku dixwazin derbixin, dê bibe sedema derketin ji girtîgehê ya tecawizkarên ku zarokên 15 salî mexdûr kirine. Ev tişt tê wateya ku êrîşkar  neyên cezakirin û her wiha dê bibe sedema zêdebûna êrîşên li hemberî zarokan jî. Tê xwestin ku êrîşên zayendî yên li hemberî zarokên ku ji 15 salî biçûktir meşrû bê dîtin.

Em bang li hemû parlamenteran dikin ku destûrê nedin ku ev pêşnûme bê qebûl kirin. Em bang li hemû sazî û dezgehên çapemenî û medyayê jî dikin ku şopdarê vê mijarê bin.”

Bianet, MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin