Jina 72 salî hat binçavkirin

Jina 72 salî hat binçavkirin

Li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê, jina 72 salî ya bi navê Fatma Dînler, piştî ku dengê xwe bikar anî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

A+A-

Fatma Dînler îro li dibistana Namik Kemal a li taxa Cevîzpinar a Dêrîka Çiyayê Mazî çû dengdanê. Dînler piştî ku dengê xwe da ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.   

 

Hate zanîn, ku ji ber tevlîbûna mîtîngan, derbarê Fatma Dînler de bi tometa “dijitiya li hember yasayên civîn û xwepêşandanan” cezayê binçavkirinê heye.

 

Malbata Fatma Dînler ragihand, ku derbarê cezayê wê de ji wan re ti agahî nehatiye şandin.

 

Herwiha polîsan Fatma Dînler şendine Amedê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin