Ji Trumpî bo Îdlibê hişyarî!

Ji Trumpî bo Îdlibê hişyarî!

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê egera êrişa hikûmeta Sûriyê bi ser Idlibê de hişyarî dide û dibêje ku nabe Serokê Sûriyê Beşar Esed bêyî ku encaman li ber çavan bigre êriş bike ser Idlibê.

A+A-

Donald Trump bi rêya Twitterê ragihand ku eger ev êriş were encamdan, dê bi sed hezaran kes bibin qurbanî.

 

Trump di twîta xwe de diyar kiriye ku nabe Serokê Sûriyê Beşar Esed bêyî ku encaman li ber çavan bigre êrişî bike ser Idlibê û hişyarî dide ku eger Rûsya û Îran beşdarî êrişkirinê bibin, ev xeletiyeke mezin a mirovatiyê ye, çimku li gor gotina Donald Trump, êrişa ser Idlibê dê bibe trajediyeke mirovî.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîta xwe ya dawî de daxwaz dike ku rê li ber êrişa Sûriyê bo ser Idlibê were girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin