Ji Serokê PAKê hin rexneyan bo HDPê

Ji Serokê PAKê hin rexneyan bo HDPê

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di hevpeyvîna digel Kurdistan24ê de li ser tifaqên di hilbijartinan axivî û HDP rexne kir. Özçelik got di hilbijartinên 24ê Hezîranê de HDP bi awayekî veşartî digel CHPê tifaq kiriye.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Birêz Mustafa Özçelik got:

"Bi ya me, HDPê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de jî, digel CHPê tifaq kiribû. Wê demê sedema ku HDPê xwe ji tifaqa digel partiyên Kurdistanî dûr dixist jî ev bû."

Özçelikî wisa berdewam kir:

HDPê hêj ji rayagiştî re eşkere nekiriye ka çima di hilbijartinan de digel partiyên Kurdistanî re tiraq nekiriye. Partiyên Kurdistanî û HDP li ser 6 deklerasyona bi 6 xalan de li hev kiribûn. Lêbelê HDPê bêyî ku hewce bibîne daxuyaniyekê bide ev 6 xal nexistin nav belavoka xwe ya hilbijartinê û tifaq sabote kir.

Em weke PAKê di vê rewşa heyî de, di vê baweriyê de ne ku, em digel partiyên Kurdistanî ku em ê bikaribin li hev bikin, bi namzetên xwe yên serbixwe bikevin hilbijartinan wê baştir bibe. Di nav pêvajoya li ber me de, li gor geşedanan em vê siyaseta xwe zelaltir bikin. HDP wê bi kîjan partiyê re tifaqê bike, helbet wê HDP bixwe diyar bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin