Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê bo Yekîtiya Jinan

Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê bo Yekîtiya Jinan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Yekîtiya Jinan kir

A+A-

Peyama Serok Barzanî waha ye:  

Bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê gemtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî endam û rêvebirên kongra we dikim û hevdem jî pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê û endam û kadroyên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê dikim.

Bi pêwîstî dizanim destxweşî û pêzanîna xwe arasteyî serkirdatiya berê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bikim û pîrozbahiyê jî li xwişkên birêz ên baweriya kongreya heştemîn pê hatin dayîn ku rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bikin.

Piştrastim ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya bi bandor dê hebe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanî kirina li maf û daxwazên jinan de. Di qonaxa niha de erkê we di warê hişyarkirina niştimanî û pêgihandina jinan û berevanî kirina li mafên medenî û siyasî yên jinan gelekî girîng e û divê di arasteya bihêzkirina Kurdistanê û beşdarî kirina karê jinan di jiyana giştî ya civaka Kurdistanê de be.

Hêvîdarim her serkeftî bin...

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin