Ji Pentagonê raporta DAIŞê: Eger heye li Sûriyê di nav 12 mehan de ji nû ve vejîne

Ji Pentagonê raporta DAIŞê: Eger heye li Sûriyê di nav 12 mehan de ji nû ve vejîne

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pentagonê li ser DAIŞê raportek belav kir û got, eger heye ku DAIŞ li Sûriyê, di nava 12 mehan de ji nû ve vejîne.

A+A-

Di raporta ku ji aliyê serpişkînerê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ve hatî amedekirin de hişyariya vê yekê hat kirin ku heke fişara li serê berdewam neke, eger heye ku DAIŞê li Sûriyê, di navbera 6 û 12 mehan de dê cardin vejîne û sînordar be jî, dê bikaribe hin herêman kontrol bike.

Di raportê de herwiha hate gotin, di vejandina derfet û tevgerên xwe de, DAIŞ ji Sûriyê bêtir li Iraqê, hê bileztir pêş dikeve.

Herwiha hat diyarkirin hêzên herêmî bo şerê li dijî DAIŞê hem li Sûriyê hem jî li Iraqê, berdewam in ku hêviyên xwe bi Hevpeymaniya Navdewletî ve girê didin.

Di raportê de behsa Hêzên Sûriya Demoratîk jî hat kirin û hat gotin ku şervanên bisebr ên HSDê, bi gefa êrîşa Tirkiyê re rûbirû ne û DAIŞ jî hê jî dikare ji derve şervanan li Iraq û Sûriyê bicivîne û pere jî kom dike û vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê dê weke 'serkeftin' bibîne û leşkerên Amerîkî bike encam.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin